Em bi eşkereyî li dijî hemû pergal û desthilatdariyên ku jiyanên me dagir dikin, destdirêjiyê li wan dikin, wan kontrol dikin; dixwazin me disipline bikin û hebûna me tune bihesibînin, xwe rêxistin dikin. Em sînorên ku ev rêxistin ji me re dibîne red dikin; ne tirsê, cesaretê, hevsolidarî û berxwedanê mezin dikin.

Em, wek Hefteya Şanaziyê ya LGBTÎ+ a Stenbolê, ku dema Hefteya Şanaziyê û Meşa Şanaziyê rêxistin dikin, ji bo ku kolanan netersin û her sal Meşa Şanaziyê ne tenê wek şahiyeke hebûna me, lê wek xetek eşkere ya têkoşînê bibînin, mijara vê salê radigihînin: AÇIK S’AÇIK.

Em eşkere ne, ji ber ku em veşartinê red dikin.
Em bêperde ne, ji ber ku em di exlaqê pergala we de nacivin.
Em eşkere û bêperde ne, ji ber ku hebûna me sînorên we derbas dike, ji sînorên we derdikeve.

Em lubunyayên ku her dem rêyekê dibînin û ji şikestinan derbas dibin, li hember we serî netewandin. Em serî natewînin. Em vedibin, belav dibin.

Em dizanin ku zayendî, îfadeyên zayendî û nasnameyên me ne bi destûra dewletê, saziyan an jî 12emîn serokkomar tên parastin, lê bi têkoşînê tên parastin. Ji ber vê yekê em bang dikin: Her kesê ku bê tirs, bê veşartin û bê serî tewandin dijî, beşek ji vê têkoşînê ye. Em ji vir bang li hemû kesan dikin: têkoşîna LGBTÎ+ ne tenê têkoşîna me LGBTÎ+’yan e; têkoşîna jinan, çîna kedkar, Elewiyan, Ermeniyan, Kurdan û hemû gelên bindest e. Têkoşîna LGBTÎ+ yek ji xetên hevpar ên parastinê yên hemû têkoşînan e û yek ji têkoşînên herî bi berxwedan ên van axan e. Vê salê em hemû kesan vedixwînin ku bibin beşek ji vê berxwedanê, têkoşîna me xwedî bikin û careke din radigihînin: Em ji têkoşîna hevpar paş venagerin. Em ne ji çûna 8ê Adarê, ne ji çûna bîranîna Qirkirina Suruçê, ne ji rawestana li kêleka Dayikên Şemiyê, ne ji çûna Newrozê, ne ji bîranîna Qirkirina Madimakê, ne ji piştgirîkirina têkoşîna çîna kedkar, ne ji xwestina edaletê ji bo Hrant, ne ji bibîranîna qirkirina li Filistînê, ne ji bibîranîna Roboskî, ne jî ji xwestina edaletê ji bo heywanan paş venagerin.

Em atmosferê bêhêvîbûnê ya ku hûn dixwazin me bi navê “exlaqê giştî”, “parastina malbatê” û “sala malbata mezin” tê de zindan bikin dibînin. Li dijî van siyaseta saziyan, em ji normên ku hûn dixwazin me tê de girtî bikin, ji deriyan, barîkatan û parmaklikan derdikevin û derbas dibin. Bi vê berxwedan û girêdanê; em bedenên xwe, daxwazên xwe û hêrsên xwe dibin kolanan. Em ne tenê ji bo xuya bibin û bên bihîstin li vir in; em li vir in ji bo ku çerxa jiyana ku hûn ji me re rewa dibînin hejînin. Em salekê tev de hêza xwe mezin dikin û meş û hefteyek queer û trans bi hev re rêxistin dikin.

Di vê serdema ku şer, qirkirin, nefret û înkar bilind dibe de em bêdeng namînin. Li hember faşîzmê em tenê bi saxmayînê razî nabin; em bi israr serî natewînin. EM VEDIBIN, BELAV DIBIN.

Amûrên tahakkumê yên desthilatdariyan bi hev ve girêdayî ne. Sînor, desthilat û beden her car ji nû ve tên hilberandin. Kolonyalîzm, kapitalîzm, emperyalîzm, nijadperestî, patriyarka, transfobî, homofobî, sağlamcî, türcî û wêrankirina ekolojîk ne cuda cuda, bi hev re dixebitin. Em li dijî hemû vê rêxistinê ne.

Em destûr nadin ku nasnameyên me yên LGBTÎ+ ji bo rewakirina şeran bên bikaranîn. Pinkwashing azadî nîne, propagandayeke xwînîn e. Em nabin amûra rewakirina dewletên qatil.

Em, wek Hefteya Şanaziyê ya LGBTÎ+ a Stenbolê, berxwedana LGBTÎ+’yan li her derê cîhanê xwedî dikin; ji bo hemû jiyanên ku tên xapandin, binpêkirin û bêqîmetkirin, edaletê dixwazin.

Em hevalên lubunya yên li sirgûnê ne, yên ku ji bo cenazeyên malbatên xwe, hevalên xwe û kesên xwe yên hezkirî jî nikarin vegerin; hevalên lubunya yên ku piştî windakirina hevalbendê xwe neçar tên hiştin ku wek hevalekî xwe winda kirine tevbigirin; hevalên ku me neçar ma wan li goristana bêkesan binax bikin, ji bîr nekirine. Me tiştek ji van tiştên ku li me hatin kirin ji bîr nekiriye, ji bîr nakevin û em bi eşkereyî dibêjin: Jiyanên me yekane ne û wekhev in; heta ku em vê bistînin em rawestin nakin.

Em birînên xwe bi hêrs û têkoşînê dipêçin; her çend carinan bitirsin jî, em bi hev re hevsolidarî dikin.

Têkoşîna me ya hebûna LGBTÎ+ ne ya duyemîn e; wek me got, ew di nav hemû têkoşînan de ye, li navenda wan e. Em naxwazin ku kesek azadî an paşerojê bide me. Em azadiya xwe dixwazin, wê bistînin. Têkoşîna me têkoşîna vegerandina jiyanên me yên ku di vê pergala ku bi xizanîya kûr, nijadperestîya zêde, dijberiya koçberan, homofobî û transfobî zêdetir çürî ye de hatine dizîn e. Ev serhildan e û serhildan eşkere û bêperde dibe.

Daxwazên me mijara pazarlikê nînin. Gihîştina bê şert û merc a LGBTÎ+’yan, bi taybetî kesên astengdar, interseks û trans, bi xizmetên tenduristî, xanî, tenduristiya derûnî û piştgiriya hiqûqî maf e. Li hember astengên bijîşkî û burokratîk ên ku dixwazin li pêvajoyên uyumê were zêdekirin; li hember cezayên bi behaneyên “exlaqê giştî” û “mûstehcenî”; li hember mekanîzmayên binçavkirin û zextê, em LGBTÎ+’yan tahakkuma li ser jiyan û bedenên xwe qebûl nakin.

“Xuayîbûna me; ji îfadeya me ya herî biçûk a kesane heta kêfa jiyanê, ji hêrsê me ya ku li hember neheqiyan nayê rawestandin heta berxwedana me ya nediguhere, bi hemû halên me ve, daxuyaniyeke eşkere ya hebûna me ye.”

Em cîhanek dixwazin ku saxmayîn ne îmtiyaz be; dewlet û patriyarka biryar nedin ka jiyana kê bi qîmet û jiyanbar e; dirêjahiya jiyanê bi nasnameyê neyê diyarkirin. Em cîhanek dixwazin ku seks işçiliği neyê krîmînalîzekirin, ked neyê xapandin, LGBTÎ+’yan bi azadî bijîn û pîr bibin, mafê me yê şînê jî neyê kontrolkirin.

Hin kes vê dibêjin utopya. Em dibêjin bêguman e.
Em destûr naxwazin.
Em xwe li gorî we nayên.
Em paş venagerin.

Em hevalên têkoşînê yên ku me winda kirine careke din bi rêz bi bîr tînin; hemû hevalên lubunya yên ku neçar man vê erdnîgariyê terk bikin, yên ku em dizanin bê sedem neçûne û çav û guhên wan li me ne, bi hesret silav dikin. Bêguman rojekê em ê hev bibînin!